Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • rojane
  • 08:59 14 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Li navçeyên Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Li navçeya navendî Bajarê Nû û navçeya Licê yên Amedê 11’ê cotmehê di serdegirtinên malan de Welat Yalçin, Fuat Yalçin, Mustafa û Yahfur Çelîk ên birayên hev hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên li Emniyeta Amedê wan sewqî Edliyeya Amedê kirin. Dozgeriyê bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” ji wan pirsan kir. Dozger her çar kesan bi daxwaza kontrola edlî seqî dadgeriyê kir û dadger her çar kesan berda.