Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin

  • rojane
  • 15:43 13 Cotmeh 2023
  • |
MÊRDÎN -  Li navçeya Qoserê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê hatin şermezarkirin. 
 
Li navçeya Qoser a Mêrdînê bi sedan kes ji bo bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin, pankarta “Rojava Rûmeta Me Ye” vekirin û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” meşiyan. Girse ji gelek deverên bajêr be rbi Qada Azadiyê ve meşiya. Welatiyên li derdorê jî bi çepik û tilîliyan piştgiriya wan kirin û ajovanan jî bi qorneyê piştgiriya xwe dan der. 
 
Gava girs egihîşt qadê rastî astengiyên polîsan hatin. Lê ji ber ku welatiyan li ber xwe da û şêniyên li derdorê jî ji şaneşînên malên xwe û li ser banên xwe piştgiriya xwe dan der, êrişa polîsan pûç bû û meş li kuçeyan dewam kir.
 
Girs epiştî meşê belav bû.
 
Hat hînkirin ku di êrişa polîsan de ya li meşê, gelek kes hatine binçavkirin.