Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn

  • rojane
  • 09:39 13 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Li Rihayê otobusa rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn û di encama qezayê de 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn. 
 
Li ser rêya bejahiyê ya navçeya Wêranşara Rihayê otobusek rêwiya û otomobîlek li hev qelibîn û di encama qezayê de 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn. Ev otobusa rêwiyan ji Eskîşehîrê diçû Mêrdînê û li Duçerxa Eyyup Nebî ew û otomobîlê li hev ketin û paşê otobus qelibî. 
 
Rêwiyên otobusê Hilve Kiliç (66) û kesek navê wî/wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran rakirin nexweşxaneyên li Riha û Wêranşarê. 
 
Hat zanîn ku ji birîndaran rewşa 2 kesan xedar e.