Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya

  • rojane
  • 14:53 12 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Li navçeya Tûşbayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû. 
 
Serokatiya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) ragihand ku li Gola Wanê, nêzî navçeya navendî ya Tûşbaya Wanê, bi pileya 4.7 erdhejek çêbû. Li gorî AFAD’ê erdhej saet 14.04’an pêk hat û 7 kîlometreyan di bin erde de çêbûye. Erdhej tevî navend û navçeyên Wanê, li Îranê jî hate hîskirin. Li gorî Rasatxaneya Kandîlliya Zanîngeha Bogazîçî jî pileya erdhejê 4.6 e û erdhej 5 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.