Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye

  • rojane
  • 17:00 11 Cotmeh 2023
  • |
img
ANTALYA - Nîhat Akkaya yê HDP’î ji ber gotinên xwe yên têkildarî rakirina tecrîdê dihat darizandin û beraet kir. Di hinceta biryarê de hat gotin ku di îfadeyên Akkaya de tundî û gef tune ne. 
 
Ji ber axaftina di Newroza sala 2019’an a Antalyayê de ku derheqê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî, derheqê endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Nîhat Akkaya bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin û 10 meh ceza lê hatibû birîn. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê di 22’yê cotmeha 2020’an de ceza li Akkaya birîbû lê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar betal kiribû. AYM’ê biryar dabû ku “mafê azadiya xweîfadekirinê” û “mafê civîn û xwepêşandanan” hatine binpêkirin. 
 
'TUNDÎ TÊ DE TUNE YE’
 
Li ser vê yekê, 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê hukmê xwe yê derheqê Akkaya de rakir û biryara beraetê da. Dadgehê di hinceta biryara xwe ya di 20’ê îlona 2023’yan de got ku di axaftina Akkaya de tundî û gef tune ne.  
 
Akkaya jî têkildarî biryarê axivî û got ku mafdarbûna wan derketiye holê.