Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir

  • rojane
  • 16:18 11 Cotmeh 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Li gundê Xirbetawê yê Mehsertê cerdevanê bi navê Îsmaîl Yildirim hevjîna xwe Zehra Yildirim qetil kir. 
 
Li gundê Xirbetawê yê bi ser navçeya Mehserta Mêrdînê ve cerdevanê bi navê Îsmaîl Yildirim ê ku li gel hevjîna xwe Zehra Yildirim nîqaş kir, bi sîlehê hevjîna xwe qetil kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bûyer duh pêk hatiye û leşkerên ku çûne cihê bûyerê cerdevan kirine binçavan. Cenaze jî ji bo otopsiyê rakirine nexweşxaneyê û paşê radestî malbatê hatiye kirin.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.