Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê

  • rojane
  • 16:23 9 Cotmeh 2023
  • |
img
 
STENBOL - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar beriya 4’emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe çû serdan Navenda Giştî ya DÎSK’ê. 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û şandeya pê re beriya 4’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a partiya xwe ku dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin, li Stenbolê çûn serdana Navenda Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK). 
 
Uçar û şandeya pê re ji hêla Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û Sekreterê Giştî yê DÎSK’ê Adnan Serdaroglû ve hate pêşwazîkirin. 
 
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin. Hat zanîn ku Uçar û Çerkezoglû di hevdîtinê de li ser pêvajoya jinûvesazkirina Partiya Çepên Kesk, pirsgirêkên sendîkayî, nîqaşên li ser Destûra Bingehîn û rojevên heyî axivîn.