Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn

  • rojane
  • 12:07 9 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişê Tirkiyeyê yên l ser gundê Bişêriyê yê rojhilatê navçeya Zirganê de 5 jinên li nava zeviyên pembû dixebitîn birîndar bûn.
 
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA'yê ragihandin, di topbarana Tirkiyeyê ya dijî gundê Bişêriyê yê rojhilatê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê de 5 jinên li nava zeviyên pembû dixebitîn birîndar bûne.
 
Navên birîndaran wiha ne: Reksa Salih Fewaz (50), Xedîce Îdan El Temir (40), Fereh Ednan (25), Zêna Hemûd (20), Cûmana Hemad.
 
Birîndar destpêkê rakirin nexweşxaneyeke Dirêbsiyê, ji wir jî rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.