Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin

  • rojane
  • 18:45 7 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên dewleta tirk de yên li ser gundê Xalidiyê yê navçeya Eyn Îsayê welatiyek jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrişa li ser gundê Xalidiyê yê li rojavayê Eyn Îsayê de welatiya bi navê Emşa Xîlal Begar (65) hat qetilkirin û hevjînê wê Mihemed El Xelef El Elî (70) jî birîndar bû.