Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin

  • rojane
  • 14:35 7 Cotmeh 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Dema binçavkirina Hevserokên HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê HDP’a Bûcayê Nîhat Turk hate dirêjkirin. 
 
Dema binçakirina Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê HDP’a Bûcayê Nîhat Turk ku duh li Îzmîrê hatibûn binçavkirin rojekê hate dirêjkirin. 
 
Astengkirina bi parêzeran re ya 24 saetan a hevserokên li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê tê ragirtin, serê sibê hate rakirin. Parêzer Fatma Demîrer a bi muwekîlên xwe re hevdîtin kir, diyar kir ku biryara nepen a li ser dosyayê didome, sedema binçavkirinan hêj hîn nebûne û derbarê ku îfadeyên muwekîlên wan kengê bên wergirtin de jî tu agahî bi dest nexistin.