Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin

  • rojane
  • 23:59 6 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVEND NÛÇEYAN- Balafirên şer ên Tirkiyeyê gelek deverên Kobanê bombeberan kirin. 
 
Gelek balafirên şer ên ji Amedê rabûn saet li dor 10'ê şevê Taxa Kaniya Kurdan a kObanê û fabrîkeya betonê û Nexweşxaneya Covîdê ya KObanê bombeberan kirin. 
 
Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) embarên genim ên li rojhilatê Amûdê bombeberan kirin. Navenda Eyn Îsayê û gundên Hoşan, Xalidiye, Mişêrfe û Rêya M4'ê hatin bombebarankirin. Her wiha gundê Gir Zîro yê navçeya Dêrikê jî bi SÎHA'yan hat bombeberankirin. Tirbêsiyê û Zirgan jî bi çekên giran hatin bombeberankirin. 
 
Hat hînkirin ku danê êvarî gelek balafirên şer ji Amedê rabûn.