Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn

  • rojane
  • 13:04 5 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê têkildarî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ku digot; “kesên li Enqereyê çalakî kirin ji Sûriyeyê hatine” daxuyanî da û îdiayên Fîdan derewand. 
 
Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan têkildarî çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê daxuyanî da û îdia kiribû ku çalakvan ji Sûriyeyê hatine. 
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî têkildarî îdiayan daxuyanî dabû û wiha got: “Kesên li Enqereyê çalakî kirin ji herêma me neçûne. Tirkiye ji bo êrişê bo xwe li hincetan digere.” 
 
Piştî îdiayên Fîdan, HPG’ê jî daxuyaniyeke nivîskî da. Li gorî nûçeya ANF’ê; Navenda Ragihandina HPG’ê îdiayên Fîdan derewand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îdiayên ku çalakvan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine perwerdekirin û ji wir hatine derew in.