Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan

  • rojane
  • 12:53 5 Cotmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Partiya Çepên Kesk têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da û xwest Komîsyon demildest li ser girtiyên nexweş lêkolînek bi bandor bide destpêkirin. 
 
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, Newroz Ûysal û Burcugul Çubuk têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da. 
 
Di serlêdanê de wiha hat gotin: “Divê komîsyon der barê ejîma girtîgehan, şert û mercên fizîkî, muameleyên tên sepandin ku wezîfe û mîsyona wê ye xebatek bi bandor tavilê bide destpêkirin. Divê komîsyon têkildarî rewşa girtiyên nexweş û tevahiya girtiyan de bi binpêkirinên mafan re rû bi rû mane, xebat û lêkolîna pêwîst bide destpêkirin. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ketine rewşek sîstematîk û divê rê li ber vê yekê bê girtin.”