Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin

  • rojane
  • 09:44 5 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Cenazeyê endamê HPG’ê Ozkan Şahîn ê di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Erdîşê hate veşartin. 
 
Cenazeyê Ozkan Şahîn (Rojhat Zîlan) ê HPG'î ku di 1’ê cotmehê de di çalakiya li dijî Midûriyeta Giştî ya Polîsan a Wezareta Karên Hundir de jiyana xwe ji dest da, ji malbatê hat revandin û duh bi şev anîn Erdîşê. Cenazeyê ku pişt re birin gundê Qeredogan, bi tevlibûna ferdên malbatê hate veşartin. 
 
Gelek leşker û polîsên ku gund dorpêç kirin, destûr nedan ku ji bilî ferdên malbatê kes tev li cenaze bibin.