Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 5’an

img
KIRKLARELÎ - Li bajaroka Îgneadayê ji ber lehiya rabû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 5’an. Ji bo rizgarkirina keseke winda jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin. 
 
Li navçeya Demîrkoyê û bajarokê Îgneada yên bi ser Kirklarelî ve duh baranek zêde bariya û bû sedema lehiyê. Hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane derket 5’an, kesek jî winda ye. Ji bo kesa winda li qada xaniyên bungalov lê ye xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin. 
 
XANIYÊN BUNGALOV QAÇAX DERKETIN 
 
Derket holê ku xaniyên bungalov ên ji ber lehiyê 5 kesan lê jiyana xwe ji dest dan qaçax in. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, ragihand ku dozgeriyê lêpirsîn daye destpekirin.