ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2023'YAN

img
 
 
* Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê Necla Kûrûl bal kişand ser protokola ÇEDES’ê û destnîşan kir ku dixwazin zarokan bi rêya olî bigirin bin zextan û wan tevli nava qadên olî bikin.
 
* Girûya li qawîşa karkeran a Girtîgeha Sîncanê ya Jinan dest pê kir, li nava girtiyan jî belav bû. Îdareya girtîgehê ragihand ku girû bi rêya gardiyanan belav bûye. Îdareya girtîgehç tu tevdîr negirtine. 
 
* Siyasetmedar Ahmet Însel, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got ku pêkanînên antîdmokratîk ên li welêt girêdayî meseleya kurdî ne. 
 
* Parlementerê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar anî ziman ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç ji edaletê direve û got: "Ger di bêedaletiyê de israr bikin, dê Wezîrê Dadê, hikûmet û Tirkiye winda bikin." 
 
* Îbrahîm Ûzûn ku cenazeyê kurê xwe Yilmaz Ûzûn di qutiyekê de teslîm girt, got: "Ez li ser hestiyên kurê xwe soz didim, em ê dest ji vê rêçê bernedin. Rêya wan rêya me ye, xeyalên wan xeyalên me ne." 
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Wezareta Dadê daye destpêkirin dê di roja 41’emîn de berdewam bike. (13.30)
 
* Çalakiya grevê ya rojnamevanên xebatkarên Spûtnîk Tirkiyeyê di pêşengtiyê TGS’ê de dane destpêkirin didome. Rojnamevan dê li ber Plazaya Suzer a li navçeya Şîşliya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)