Li Rojava di 9 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êriş, revandin, tecawizkirin û işkenceyên Tirkiyeyê û komên paramîlîter yên bi ser wê de li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê 41 zarok hatin qetilkirin.
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); di raporên rêxistinên mafên mirovan ên li herêmên Efrîn-Şehba, Cizîr û Firatê, yek ji hedefên Tirkiyeyê û komên paramîlîter wê jî zarok in.
 
Di raporên hatine amadekirin de ji destpêka sala 2023’yan heta 2’yê îlona 2023’yan li tevahiya herêmê 41 zarok hatin qetilkirin û 32 hatine birîndarkirin, 4 zarok bi tecawizê re rû bi rû mane, 9 zarok hatine girtin, 8 zarok jî hatine revandin. 
 
Li gorî herêman bîlançoya komkujiya li ser zarokan wiha ye:
 
"Herêma Cizîrê:
 
Êrişên li ser sînor: Zarokek birîndar bû
 
Teqîn: 3 zarok hatin kuştin.
 
Êrişên balafirên bêmirov ên bi çek: 2 zarok hatin kuştin.
 
Topbaran: 7 zarok hatin kuştin, 6 birîndar bûn.
 
Herêma Minbicê:
 
Êrişa ser gund: 4 zarok hatin kuştin
 
Herêma Firatê:
 
Êrşa baliafirên bêmirov ên bi çek: Zarokek birîndar bû.
 
Herêma Reqa:
 
Topbaran: 2 zarok hatin kuştin, 2 birîndar bûn.
 
Herêma Dêrazor:
 
Teqîn: Zarokek hat kuştin.
 
Herêma Efrîn-Şehba:
 
Teqîn: 15 zarok hatin kuştin, 16 birîndar bûn.
 
Tecawizkirin: 4
 
Girtin: 9
 
Destdirêjî û lêdan: Zarokek hat kuştin, 6 zarok birîndar bûn.
 
Revandin: 8 zarok (yek ji wan pitik e)
 
Kuştin: 6 zarok