ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN

img

 
* Li navçeya Hezexê ku bi salane pirsgirêka avê lê heye, qeyûm park bê dar û av hiştin. Li parkên darek tune ye ku şêniyên navçeyê li ber siya wan rûnên. 
 
* Rojnamevan Cahît Mervan anî ziman ku tu rêxistineke kurdan polîtîkayên PDK yê di tevkariya bi Tirkiyeyê de nake û got: "Ger PDK paş de gav neavêje, dê gelê kurd bersiva pêwîst bide." 
 
* Girtiyê nexweş Hulkî Guneş ku 32 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Şakranê de ye, çendî ji ber cezayên berê beraet kiriye jî nayê berdan.
 
* Xetereya jiyanî ya Tajdîn Adali yê 11 salî ku wesayîta zirxî lê xistibû didome. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû li nexweşxaneyê çû serdana malbatê û wiha got: “Xwîna diçe ser mejiyê wî zêde dibe. Mirov nikare tiştekî zelal bibêje.” 
 
* Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê dê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Rihtim a Kadikoyê daxuyaniyê bide. (16.00) ZINDÎ