TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn

img
DENÎZLÎ - Li Denîzliyê di qezaya trafîkê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 43 kes jî birîndar bûn.
 
Li ser rêya gundê Dereçîftlîk a navçeya Honaza Denîzliyê TIR û otobusa rêwiyan li hev ketin. Qeza saet di 05.00’an de çêbû. Otobus ji bo dawetê hatibû kirêkirin. Li gorî agahiyên destpêkê di otobusê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û şofêrê TIR’ê jî tê de 43 kes birîndar bûne. Tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û mirî û birîndaran rakirin nexweşxaneyan. 
 
Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.