ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN

img
 
* Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan diyar kir ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gihîştiye bi milyonan kes û got: “Heke îro jin dikaribin xwe bînin ziman û dibin îrade, ev yek encama felsefeya Rêberê Gelê Kurd e. Çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin.” 
 
* Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku li girtîgehan êrişên herî mezin li ser jinan e û got: "Armanca desthilata AKP-MHP'ê ew e ku jinan teslîm bigire. Lê li dijî vê berxwedaneke bêhempa heye." 
 
* Endamê Komîteya Amadekar a Rêwîtiya Azadiyê Azad Erîş ji bo beşdariya li meşa û konferansên ku dê di navbera 2-3'yê Îlonê de li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin bang kir, got ku ew jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin.
 
* Robarê Nerdûşê ku kaniya wê Çiyayê Cûdiyê ye, ji ber ava kanên komiran gefê li jiyana candaran dixwe. 
 
* Rojnamevan Îkram Balekanî peymana ji bo bêçekkirina partiyên kurd ên li Rojhilatê nirxand û got ku divê partiyên kurd li dijî tasfiyekirinê bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin. 
 
* Zozanên Feraşînê ji çar aliyan ve di bin dorpêça leşkeran de ye û li ser her girekê wê leşker hatine bicihkirin. Şêniyên Feraşînê diyar kirin ku bi dorpêça leşkerî re tu aramiya herêmê nema ye û êdî çi xweşî û xêra welatê xwe nikarin bijîn. 
 
* Welatiyên Rihayê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku sedema krîza aborî polîtikayên şer ên dewletê ne û gotin ku divê edî ev şer bisekine û aştî pêk were. 
 
* Berdevkê Hewldana 78’iyan Celalettîn Can beriya were girtin ji ajansa me re axivî û wiha got: “Rojekê dê li vî welatî azadî û demokrasî serwer be. Di wan rojên xweş de em ê bi hev re govendê bigerîni. Ji ber ku li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e.” 
 
* Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (11.00-19.00)
 
* Rêxistinên hiqûqê dê ji ber destpêkirina sala nû ya edlî li gelek bajaran daxuyanî bidin. (12.00)
 
* Partiya Çepên Kesk û HDP dê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îstasyona Amedê mitîng li dar bixin. (16.00)