Ji koçerên li Farqînê hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin

  • rojane
  • 20:02 29 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Ji 5 kesên ku li navçeya Farqînê bi îşkenceyê hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin. 
 
Li mezrika Bameyda ya gundê Hêlînê yê Farqînê ya Amedê koçer R.D. (54), S.D., H.D. (24), H.D. (28), M.S. (45) ên konên wan hatin şewitandin û paşê bi îşkenceyê hatin binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê yê li Edliyeya Farqînê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî her pênc kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin.
 
Ji kesên sewqî edliyeyê hatin kirin R.D. û M.S. hatin berdan û 3 kes jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.