Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir

  • rojane
  • 23:44 27 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Amedsporê li seha xwe di destpêka lîgê de Denîzlîsporê 2-0 têk bir. 
 
Musabakayên Lîga 2'yemîn a 2023-2024'an a Tirkiyeyê dest pê kirin. Amedspor di hefteya ewi a lîgê de li seha xwe li pêşberî temaşevanên xwe bi Denîzlîsporê re hat miqabilî hev. Amedspor a ku mazûvaniya maçê kir Denîzlîspora mêvan bi 2- 0 têk bir. 
 
Li maça ku li Stada Tahîr Elçî ya Amedê pêk hat bi hezaran alîgirên Amedsporê seranserî maçê piştgirî da tîma xwe. Di beşa ewil a maçê de tu tîman gol neavêt. Di beşa duyemîn a maçê de Amedspor di deqîqeya 76an de gola ewil ewil ji aliyê lîstikvan Gokhan Alsan ve hat avêtin. Piştre gola duyemîn jî lîstîkvan Mehmet Ozdîraz avêt Denîzlîsporê û bi vî awayî Amedsporê bi 2-0'an tîma Denîzlîsporê têk bir.