Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn

  • rojane
  • 20:23 27 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye qutkirin û xelkê van gundan bêceyran mane. 
 
Li gund û mezrayên Baxçecik, Çekiya, Mireliyan, Zoravaya Kevn, Zoravaya Nû, Dida, Kurêşa, Bag, Tepebaşi, Çukurkayank, Yeşîl Bahçe, Kaniya Gula û Huseyna yên bi ser navçeya Farqînê ya Amedê ve 3 roj in Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceyranê biriye. Ji ber ceyran hatiye qutkirin xelkê gundan nikarin pêdiviyên xwe rojane pêk bîne. 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya û şandeya pê re serdana gundan kirin. Kaya û rêveberên partiyê li gundan geriyan û li pirsgirêka ceyranê ya xelkên gundan guhdar kirin. 
 
Kaya di serdana gundan de axivî û anî ziman ku ji bo çareseriyê ew li benda bersiva rayedaran in û ew ê heta dawiyê meseleya qutkirina ceyrana gundan bişopînin.