Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî

  • rojane
  • 13:49 24 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Cihên qeymeqamên Pasûr, Licê, Karaz, Gêl û Hezroyê yên wek qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê hatibûn kirin, guherî. 
 
Li ser ferman û biryara Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan cihê fermandarên leşkeriyê, polîs, cîgirên walîyan û qeymeqaman guherî. 
 
Qeymeqamên navçeyên Pasûr, Licê, Karaz, Gêl û Hezroyê yên Amedê hat guhertin û tayînî navçeyên cuda hatin kirin. Her wiha cîgirê waliyê Amedê Selîm Çomakli jî wek qeymeqam tayînî navçeya Kaynarca ya Sakaryayê hat kirin. 
 
Îlyas Ozturk û Fatîh Ayaz wek cigirên waliyê Amedê hatin tayînkirin. Li şûna van qeymeqam ango qeyûmên cihê wan hatine guhertin qeyûm û qeymeqamên nû hatin tayînkirin. 
 
Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî di sala 2019’an de qeyûm tayînî ser şaredariyên Pasûr, Licê, Karaz, Gêl û Hezroyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn kirin.