Li Meletiyê erdhej çêbû

  • rojane
  • 09:43 24 Tebax 2023
  • |
img
MELETÎ - Li navçeya Çirmik a Meletiyê bi pileya 5.0 erdhej çêbû.
 
Îro saet di 08.35’ê de li navçeya Çirmik a Meletiyê bi pileya 5.0’ê erdhej çêbû. Li gorî daxuyaniya AFAD’ê; erdhej 7 km’an di bin erdê de çêbûye û nehat eşkerekirin bê ka di erdhejê de hilweşînek çêbûye yan na. 
 
AFAD’ê da zanîn ku xebatên li qadê didomin û erdhej li bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.