Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 15:38 22 Tebax 2023
  • |
img
ÊLIH - Li Sasonê zarokekî 5 salî dema bi çeka neçîrê ya bavê xwe dilîst, bi teqezayî gule li zaroka 2 salî xist. Zarokê 2 salî jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gundê Yuvalçay ê navçeya Sason ê Êlihê zarokê bi navê Y.E.Ç. ê 5 salî dema bi çeka nêçîrê ya bavê xwe dilîst, bi xeletî tifing di nava lepên wî de teqiya û gule li xwîşka wî ya 2 salî D.Ç. ket û birîndar kir. 
 
Komên tenduristiyê D.Ç. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sasonê. Tevî hemû hewldanan jî zaroka 2 salî jiyana xwe ji dest da.