Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin

  • rojane
  • 16:47 21 Tebax 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Akademîsyenê Aştiyê Dr. Aydin Ari piştî 6 salan dîsa li peywira xwe vegeriya. Ari, got ku dê têkoşîna xwe ya ji bo zanîngehên zanist û raman lê azad bidomînin. 
 
Akademîsyen Dr. Aydin Ari ku ji ber îmzekirina danezana “Em ê nebin hevparên vî sûcî” bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji Zanîngeha Dokuz Eylul a Îzmîrê hatibû îxrackirin, 6 sal piştre dîsa li peywira xwe vegerandin. Aydin, malbat û hevalên wî li ser bangawaziya Şaxa Zanîngehan a Hejmar 3 ya Egîtîm Sen a Îzmîrê li pêşiya Fakûlteya Îktîsadî û Zanistên Îdarî daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Hejmar 3 ya Egîtîm Senê Umît Akinci axaftineke kin kir û keyfxweşiya xwe anî ziman. Ari jî got ku ew dîsa li peywira xwe ya rexnekirina civak û saziyan vedigere û wiha pê de çû: “Em ê bibin dengê kesên rastî bêedaletiyê hatine. Ji bo zanîngeh bibin cihên azad û xweser ya ku ji destê me tê em ê bikin. Em ê hesabê ji kesên hewl dayîn me ji zanîngehê derxînin û bûne şirîkên sûc bipirsin. Em ê ji bo zanîngehên zanist û raman lê azad têbikoşin. Ji bo Tirkiyeyê aştî, ji bo akademiyan jî azadî.” 
 
Piştî axaftina parêzer Ayşegul Karpuz, Ari bi dirûşma “Dê KHK biçin em ê bimînin” kete zanîngehê.