Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin

  • rojane
  • 23:18 20 Tebax 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Şewata di navbera gundên Nêvava û Cifanê yên li Çiyayê Cûdî de derket piştî demek dirêj hat kontrolkirin. 
 
Di navbera gundên Nêvava û Cifanê yên li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê şewat derketibû. Piştî demek dirêj şewat hat kontrolkirin. Sedema derketina şewatê nehat zanîn. Di demek kin de li der û dorê belav bû. Tîmên agirkujiyê yên bi ser Midûriyeta Daristanê de mudaxileyî şewatê kirin. 
 
Hat zanîn ku şewat piştî bi saetan hatiye kontrolkirin.