Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!

  • rojane
  • 20:06 20 Tebax 2023
  • |
img
EDENE - Rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên Edeneyê xwestin hewldana êrişa li dijî avahiya xwe şermezar bikin. Polîsan bi hinceta “ewlehiyê” daxuyanî asteng kir.
 
Jina bi navê A.C., 3 şûşeyên pet ên ku teqemenî û madeyên şewitandinê tê de hebûn danî ber deriyê avahiya hevpar a rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk a li ser Cadeya Cemal Gursel a navçeya Seyhan a Edeneyê û hewl da êriş bike. Rêveberên partiyan wê jinê zeft kirin û teslîmî polîsan kirin.
 
Endam û rêveberên her du partiyan xwestin li ber Parka Înonuyê saet di saetên berêvarê de daxuyanî bidin. Polîsan destûr neda ku rêveberên partiyan daxuyanî bidin û asteng kirin. Polîsan hinceta astengkirinê jî “ewlehiyê” nîşan da. 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatimogûllari diyar kir ku tu eleqeya astengkirinê bi ewlehiyê re nîne û got: “Divê we van barîkatan ne li pêşiya me we li pêşiya êrişkaran ava bikira.” 
 
Girseya ku li der û dora avahiya partiyan kom bûbûn jî bi berzkirina dirûşman bertek nîşanî hewldana êrişê û astengiya polîsan dan. Polîsan êrişî girseyê kir û wan dorpêç kir.