Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir

  • rojane
  • 15:05 14 Tebax 2023
  • |
img

STENBOL - Li Herêma Tersxaneyan a Tuzlayê di depoya beravêtiyên keştiyan de teqîn çêbû. Di encama teqînê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li herêma tersxaneyan a navçeya Tûzla a Stenbolê teqînek çêbû. Li gorî îdiayan; li depoya beravêtiyan a keştiyê ji ber gazê teqîn çêbû. Li ser îxbarê li cihê bûyerê polîs, tîmên agirkujiyê, tenduristî û AFAD’ê hatin sewqkirin.

Di encama lêkolîna cihê bûyerê de hat gotin ku karkerekî jiyana xwe ji dest daye û yek jî sivik birîndar bûye. Karkerê birîndar li cihê bûyerê hate tedawîkirin û xebatên koman a di keştiyê de jî berdewam in.

DAXUYANIYA WALÎTIYÊ

Walîtiya Stenbolê têkildarî bûyerê daxuyanî da û wiha got: “Saet derdora 10.30’an de li herêma tersxaneyan a navçeya me Tuzlayê teqînek çêbû. Di encama teqînê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û karkerek jî sivik birîndar bû.”