Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir

  • rojane
  • 21:04 13 Tebax 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) a dewleta tirk seyrangeha Gulê ya navçeya Pêncwênê bombebaran kir.

 
Li gor nûçeya Rojnewsê, derdora saet di 16:30’an deBalafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) a dewleta tirk seyrangeha Gulê ya navçeya Pêncwên bombebaran kir. Li gor zanyariyan tu ziyanek canî û madî çênebûye.
 
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku liv û tevgera balafirên keşfê didome. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye di nava 6 rojên dawî de ev êrişa pêncemîne ku dewleta tirk bi balafirên biçek û bê mirov li sinorê parêzgeha Silêmaniyê pêk tîne.