Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin

  • rojane
  • 19:31 13 Tebax 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Welatî li Deriyê Sînor ê Serzêrê yê Çelê, ji ber pêkanînên keyfî yên karmendan 3 roj in tên rawestandin. 
 
Pêkanînên keyfî yên li dijî welatiyên di 10’ê tebaxê de ji Deriyê Sînor ê Serzêrê yê yê Çelê hewl didin derbasî Tirkiyeyê bibin, dewam dikin. Hate diyarkirin ku bi dehan welatî di encama pêkanînên keyfî yên memûran 3 roj in li ser sînor tên rawestandin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin piştî nîqaşa di navbera welatiyek ê 10 tebaxê sînor derbas kir û midûrê gumrukê de derbasbûn bizanebûn û keyfî hatin sekinandin. Di nava welatiyên ku 3 roj in li sînor tên sekinandin de nexweş, jin, zarok û pîr jî hene. 
 
Welatiyên li sînor tên rawestandin diyar kirin ku tişta li wan tê kirin zilm e û xwestin ku ev pêkanînên keyfî demildest bi dawî bibin.