Li bajarokê Sêgirkê şewat derket

  • rojane
  • 17:22 13 Tebax 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li qada daristanê ya Deriyê Lawa ku li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebanê ye şewat derket. 
 
Li qada daristanê ya Deriyê Lawa ku li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê ye şewat derket. Nehate zanîn ku şewat kengî derketî ye û hate diyarkirin ku heta niha tu mudaxile li şewatê nehatine kirin. 
 
Hate zanîn ku şewat hêj didome.