Li Mêrdînê wesayîtek gêr bû: 8 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 15:30 13 Tebax 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Li Mêrdînê wesayîta ku jin dibir zozanên Xursê gêr bû û di qezayê de 8 jin birîndar bûn. 
 
Wesayîta ji bo geştê jin dibir zozanên Xursê, di rê de qeza kir û wergeriya. Li gorî agahiyan, wesayîta li herêma Hemziyanê gêr bûy dolê, ji hêla welatiyan ve hate ferqkirin. Mudaxileya ewil a li cihê bûyerê ji hêla welatiyan ve hate kirin. Piştî agahdarkirinê jî tîmên tenduristî û agirkujiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Tîmên agirkûjiyê birîndar ji cihê lê asê bûbû derxistin. Birîndar bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hatin kirin. 
 
Hat zanîn ku di nava jinên birîndar de rewşa 3'yan giran e. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.