Ji bo Geverê sewqiyata leşkerî hate kirin

  • rojane
  • 12:51 13 Tebax 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Ji bo navçeya Geverê ya li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê sewqiyata leşkerî hate kirin. 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li herêmên navborî pevçûnên dijwar diqewimin û li hêla din jî dewleta tirk ber bi herêmê ve sewqiyata leşkerî dike. 
 
Di saetên serê sibehê de ji bo navçeya Gever a Colemêrgê ya li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê sewqiyata leşkerî hate kirin. Li gorî agahiyan; ji navçeya Tetwan a Bedlîsê û ji Mûşê ber bi Geverê ve helîkopter û kîrpî hatin sewqkirin.