Li Roboskê 10 donimên daristanê şewitîn

  • rojane
  • 16:54 12 Tebax 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Di encama şewata li çoltarê gundê Roboskê de 10 donimên daristanê şewitîn. 
 
Îro di danê sibehê de li çoltarê gundê Robaskê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Hat destnîşankirin ku rayedaran tu mudaxile li agir nekirin û gundiyan bi derfetên xwe heya nîvro agir vemirandin. 
 
Gundiyan destnîşan kirin ku şewat di saetên serê sibehê de derketiye û wan bi tena serê xwe mudaxile kirine. Şêniyên gund dan zanîn ku di şewatê de 10 donimên daristanê şewitî ne.