Polîsan careke din Dayikên Şemiyê dorpêçkirin

  • rojane
  • 12:52 12 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê û nûnerên partiyên siyasî û parastvanên mafan ên piştgirî didan çalakiyê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakî, di hefteya 959’an de li Qada Galatasarayê domiya. Gelek parastvanên mafên mirovan û nûnerên partiyên siyasî jî piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê. Dayikên Şemiyê û nûnerên partiyên siyasî û parastvanên mafên mirovan ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. 
 
Berfirehiya nûçeyê tê...