Ji ber germahiya zêde bajarên Kurdistanê hatin hişyarkirin

  • rojane
  • 12:03 12 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Li gorî rewşa hewayê ya rojane ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê li Amed, Êlih, Şirnex û Sêrtê dê pileya germahiyê di navbera 42-45’an de be. 
 
Li gorî rewşa hewayê ya rojane ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM); germahiya li hinek herêman zêde dibe. Pisporan, ji ber lêdana germê, kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene û bi ser temenê 65 salî re hişyar dan û gotin ku bi roj saet di navbera 10.00 û 16.00’an de dernekevin. 
 
Li gorî MGM’ê pileya germahiyê ya bajarên bakurê Kurdistanê wiha ne: 
 
Amed: 43°C, dê kêmewir û sahî be 
 
Sêrt: 42°C, dê kêmewir û sahî be 
 
Riha: 41°C, dê kêmewir û sahî be 
 
Mêrdîn: 38-44°C, dê kêmewir û sahî be 
 
Êlih: 45°C, dê kêmewir û sahî be
 
Semsûr: 41°C, dê kêmewir û sahî be
 
Meletî: 40°C, dê kêmewir û sahî be 
 
Dêrsim: 40°C, dê kêmewir û sahî be
 
Şirnex: 40°C, dê kêmewir û sahî be 
 
Silopiya û Cizîr: 48°C, dê kêmewir û sahî be
 
Dîlok: 39°C, dê kêmewir û sahî be 
 
Colemerg: 36°C, dê kêmewir û sahî be
 
Çewlig: 38°C, dê kêmewir û sahî be
 
Erzirom: 34°C, dê bi ewrê parçeyî û kêmewir be 
 
Qers: 34°C, dê bi ewrê parçeyî û kêmewir be
 
Wan: 31°C, dê kêmewir û sahî be