Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê

  • rojane
  • 13:12 11 Tebax 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Hat zanîn ku di nava5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê. 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Windahiyên dewleta tirk ên di şer de roj bi roj zêdetir dibin. Wezareta Parastinê diyar kir ku di nava 2 rojan de 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniya HPG’ê ya duh ku ANF’ê parve kir; di pevçûnan de 32 leşker hatine kuştin. 
 
Pevçûnên li herêmê berdewam in û hat zanîn ku di nava 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîne Colemêrgê.