Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan

  • rojane
  • 12:34 11 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Vezîr Kaya ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. 
 
Vezîr Kaya (55) ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de, hate berdan. Cezayê Kaya du caran hatibû taloqkirin û piştî 30 sal û 7 mehan hate berdan. Kaya, ji Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hate bajarê xwe Êlih e. Kaya, li Taxa Baglarê ji hêla xizmên xwe ve bi çepik û tililiyan hate pêşwazîkirin. Kaya, bi coşeke mezin a malbatê hate pêşwazîkirin û li gel endamê yê herî biçûk kevok firand. 
 
Kaya, di sala 1993’yan de li Êlihê hatibû binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê biribû.