Leşkerek di şer de hate kuştin

  • rojane
  • 08:53 11 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NUÇEYAN - Di êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê de leşkerek hate kuştin. 
 
Dewleta tirk ji nîsana sala 2022’yan heta niha bi alîkariya PDK’ê bênavber êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê dike. Hat ragihandin ku di encama pevçûnan de peyadarê pispor Ege Suleyman Gorece hate kuştin. 
 
Wezareta Parastinê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku Gorece di 21’ê tîrmehê di pevçûnê de birîndar bûye û niha jî mirî ye. 
 
Hatibû ragihandin ku di encama pevçûnên di 10’ê tebaxê de 6 leşker hatine kuştin.