Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû

  • rojane
  • 21:39 10 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû. Gelek bajar bi erdhejê hesiyan. 
 
Li navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû. Erdhej bi 7 kîlometreyan kûrahiyê pêk hat. Riha, Amed, Êlih û gelek bajarên din bi erdhejê hesiyan. 
 
Waliyê Meletiyê Ersîn Yazici, di bernameyeke televîzyonê de derbarê erdhejê de ev tişt got: “Tîmên me li qadê digerin. Heta niha li navçeya Battalgaziyê avahiyeke terkkirî hilweşiya. Lingê zarokekî ku di kolanê re derbas dibû şikest û birin nexweşxaneyê. Çend kesan jî xwe di şaneşînan de avêtine. Tîmên me gera qadên xwe didomînin.”
 
Li Meletiyê 35 hezar avahiyên xesareke giran gihiştinê hene.