Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an

  • rojane
  • 09:14 10 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara leşkerên di pevçûnên li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê de mirîn derket 5’an. 
 
Êrişên dewleta tirk ên di sala 2022’yan de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Duh li herêma Zapê di navbera endamên HPG’ê û leşkeran de şerekî dijwar qewimî. Hat ragihandin ku serpel Fatîh Ugur Altinbaş, çawişê pispor Kemal Ozek, serdesteyê pispor Ugur Ozdemîr, çawişê pispor Ozkan Lale û leşkerê bipeyman Mahmût Uçdag di şer de hatine kuştin. 
 
Wezareta Parastinê di daxuyaniya xwe ya ewil de got ku 2 leşker hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne. Lê belê duh di derengiya saetên şevê de ragihand ku hejmara leşkerên hatine kuştin derketiye 5’an.