Li Zapê 3 leşker hatin kuştin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku yek jê serpel 3 leşker di êrişên li dijî Herêma Kurdistanê de hatine kuştin. 

 
Êrişên ku dewleta tirk di pêşengtiya PDK’ê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê di sala 2022’yan de dane destpêkirin didomin. Hate diyarkirin ku di şerê li herêma Zapê di navbera endamên HPG’ê û leşkeran derketiye de serpelê piyade Fatîh Ûgûr Altinbaş, çawişê pispor Kemal Ozel û efserê pispor ê piyade Ûgûr Ozdemîr hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. 
 
Wezareta Parastinê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.