Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk êrişî gundên Hesekê û Şehba yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. 
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wan êrişî gundê Şêx Îsa yê girêdayî Kantona Şehbayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Hate diyarkirin ku êriş didomin.  
 
Li aliyê din Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên dewleta tirk êrişî gundê Til El Leben ê rojhilatê navçeya Til Temir jî kir. Têkildarî êrişê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.