Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk

img
ENQERE - Berxwedêrên Abelen û Dîkmeceyê li Meclisê çûn serdana Partiya Çepên Kesk û gotin ku ew xaka xwe diparêzin û piştgirî xwestin. Hevberdevkên partiyê jî gotin ku di têkoşînê de ew jî bi wan re ne.
 
Meclis îro ji bo qirkirina Daristana Akbelen a li navçeya Mîlas û Mûglayê û zeytûngehên navçeya Dîkmece ya Antalyayê bi awayekî awarte civiya. Berxwedêrên Akbelen û Dîkmeceyê jî îro bi partiyên koma wan li meclisê heye re hevdîtin kirin. Şandeya ku hatî serdana Partiya Çepên Kesk, ji hêla Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin û Serokwekîlê Koma Partiyê Sarûhan Oluç ve hate pêşwazîkirin. 
 
Di hevdîtinê de Uçar wiha got: “Em baş di ferqê de ne ku qadeke têkoşînê ya krîtîk e. Serdana we hêz da me. Em dixwazin hûn Partiya Çepên Kesk jî weke şirîkeke vê têkoşînê bibînin.” 
 
BERXWEDÊR: LI GEL ME CIH BIGIRIN 
 
Berxwedêrên Dîkmeceyê jî gotin ku di erdhejên Mereşê de ziyan gihiştiye wan û tenê xaka wan di destê wan de ma ye. Berxwedêran got ku zeytûnên herî biqelîte digihînin û piştî erdhejê tekane debara wan zeytûnin û xwestin siyasetmedar li cem wan cih bigirin. 
 
‘DI TÊKOŞÎNÊ DE EM BI HEV RE NE’ 
 
Hevberdevk Îbrahîm Akin jî wiha got: “Li gel pirsgirêkên weke bêkarî, xizanî û aboriyê, her wiha pirsgirêkeke mezin a qirkirina xwezayê jî heye. Girîng e ku em bi hev re têbikoşin. Meclis îro bi awayeke awarte dicive. Em ê pirsgirêkên Dîkmeceyê jî, yên Cûdî jî yên Akbelenê jî biaxivin. Em ê têkoşîna xwe ya hevpar mezintir bikni. Nûnerê rejîma qesrê ji gel re dibêje ‘komên marjînal.’ A rast, tu rewatiya wan nema ye. Li dijî gel, li rex şîrketan cih digire. Dixwazin pêşeroja me tune bikin. Em ê li her derê bi têkoşeran û yên hêviyê didin re bin.”