Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin

img
MÊRDÎN - Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê li navçeya Artukluyê dest bi çêkirina dîwarekê ku ne li gorî ruhê dîrokê yê bajar kirin. 
 
Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê li navçeya Artukluyê li ser dîwarên kevir ên li derdora avahiya xwe, dest bi çêkirina dîwarê ji brîketan kir. Brîket, ne li gorî ruhê dîrokî yê bajar e û hem xelkê navçeyê û hem jî turîstên ev dîwar dîtin şaş man.