Hevşaredarê DBP’î dê îro bikeve girtîgehê

  • rojane
  • 12:05 20 Nîsan 2018
  • |
img

AMED – Hevşaredarê DBP'î yê Çinarê Ahmet Cengîz bi boneya beşdarî çalakiya ji bo Kobanê bûye salek, 5 meh û 15 roj ceza lê hat birîn. Cezayê Cengîz hat êrêkirin û dê îro bikeve girtîgehê. 

Hevşaredarê DBP’ê yê navçeya Çinara Amedê Ahmet Cengîz di 7’ê cotmeha 2014’an de ji bo piştevaniya Kobanê beşdarî çalakiyekê bû. Bi îdiaya “Li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanê muxalefet kiriye” doz li Cengîz hat vekirin. Dadgehê cezayê salek, 5 meh û 15 roj lê birî. Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê cezayê Cengîz erê kir û dê Cengîz îro ji ber vî cezayî bikeve girtîgehê. Cengîz li dijî cezakirinê bertek nîşan da û got ku ji ber li welat demokrasî nîne dê bikeve girtîgehê.