Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket

  • rojane
  • 15:49 17 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) piştî biryar tahliyekirinê ji girtîgehê derket. Balkêş bû ku Ozkan bi alîkariya malbatê xwe li ser pêya girt. 

Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) ê 84 salî ji Girtîgeha Amedê ya Ewelehiya Bilind a Jimara 1'an hat berdan. Ozkan ji hêla malbata xwe li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin. Balkêş bû ku Ozkan nedikarî xwe li ser pêya bigire û bi alîkariya malbatê xwe li ser pêya girt. Piştî pêşwaziyê malbatê Ozkan bir malê.