Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin

  • rojane
  • 17:03 16 Tîrmeh 2023
  • |
img
MÛŞ - Keça bi navê E.K. (15) ku li Mûşê ji aliyê Mûhammed Ardil ve hatibû revandin hate dîtin. 
 
Li gundê Ajmanûk ê girêdayî navenda Mûşê keça bi navê E.K. ya 15 salî di 14 tîrmehê de ji aliyê Muhammed Ardil ê dixwest bi darê zorê pê re bizewice ve hatibû revandin. E.K. li gundekî girêdayî navçeya Kanîreş a Çewlîgê hate dîtin. Hate diyar kirin ku keça 15 salî radestî malbata wê hatiye kirin.